Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin 2025-04-18 16:02:25   ENQERE - Platforma Azadî ji Parastinê re bertek nîşanî girtina Selçûk Kozagaçli da û got: “Hûn dixwazin gefan li her kesên bi tehliyeyê re keyfxweş bûn û hêviya wan geş bûye bixwin lê em li vir in.”    Platforma Azadî ji Parastinê re ji bo piştevaniya bi Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli re ku duh hatibû berdan û dîsa hate girtin, li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji parêzer Selçûk Kozagaçli re” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Parastin tu caran bêdeng nebû dê bêdeng nebe” û “ÇHD bêdeng nebû dê bêdeng nebe” hatin berzkirin.    ‘DELÎLÊN VALA NE’   Rêvebera Şaxa ÇHD’a Enqereyê Nêrgiz Gornaz axivî û got ku Kozagaçli mîna di sala 2018’an de dîsa bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin. Nêrgiz Gornaz, diyar kir ku ev biryara derhiqûqî û “delîlên vala” mînaka wê ye ku daraz mîna amûrekê tê bikaranîn. Nêrgiz Gornaz, got: “Hûn dixwazin gefan li her kesên bi tehliyeyê re keyfxweş bûn û hêviya wan geş bûye bixwin lê em li vir in.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû jî dê parastin bêdeng nebe û têkoşîna xwe bidomîne. Gergerlîoglû, diyar kir ku Kozagaçli li ser fermanê hatiye girtin û got: “Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”