Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn 2025-04-17 10:41:25   NAVENDA NÛÇEYAN - ICRC’ê ragihand ku di dema şerê li Sûdanê de di sala 2024’an de herî kêm 8 hezar kes winda bûne.    Serokê Delegasyona Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ya li Sûdanê Daniel O'Malley ji AFP'ê re axivî û got ku herî kêm 8 hezar kes winda ne û ev tişt anî ziman: “Ev tenê ew bûyer in ên me bi xwe qeyd kirin.”    O’Malley, wiha domand: “Em dizanin ku ev tenê beşeke biçûk a bûyerên windabûnê ye.”