Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin 2025-04-07 13:05:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de herî kêm 44 kes hatin qetilkirin.  Êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezeyê berdewam in. Îsraîlê, di 18’ê Adarê de piştî betalkirina agirbestê dîsa dest bi êrişên ser Şirîda Xezeyê kir. Muzakereyên ji bo dirêjkirina agirbestê jî bêencam man.    Berdevkê Parastina Sivîl Mahmud Bassal bi AFP'ê re axivî û got ku ji serê sibeha roja yekşemê heta niha 21 jê li Han Yunusê ku dikeve başûrê Şirîda Xezeyê bi giştî herî kêm 44 kes hatine qetilkirin.