Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be 2025-03-13 09:03:29 SÊRT - Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn diyar kir ku divê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê bi siyasetmedaran re, bi hiqûqnasan  re jî di nava ahengekê de bê meşandin. Gengeşeyên li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê heyeta Îmraliyê ve hat dayîn, dewam dike. Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn bangawazî û pêvajoya ku piştî wê pêş ket nirxand û destnîşan kir ku ev ew bang e ku divê ji aliyê her kesî ve piştgiriya wê bê kirin.    Alptekîn anî ziman ku ew di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û dibe ku her kes di warê qebûlkirina bi girseya xwe de zehmetiyan bikişîne û got ku lewma divê her kes bi hesasiyet tevbigere.   DIVÊ PIŞTGIRIYA WÊ BÊ KIRIN   Alptekîn bal kişand ser bêhiqûqîyên tên kirin, tayinkirina qey»man û polîtîkayên asîmlasyonê yên li ser ziman û got: "Niha darizandinên siyasî didomin? Belê. Polîtîkaya qeyûm tê pêkanîn? Belê. Girtiyên nexweş di hundir de ne? Belê. Taciza darazê heye? Belê. Polîtîkaya asîmlasyonê ya li ser ziman didome? Belê. Ev tên kirin. Yanî piştî vê em çi winda bikin? Lewma divê em piştgiriyê bidin pêvajoyê. Civak niha mêze dike ku wê çi bibe. Bi ya min em nekevin nava fikarên mezin. Hinekî sebr divê."    Alptekîn destnîşan kir ku di pêvajoyên pêş de sererastkirinên înfazê û qanûnî bivênevê ne û got ku gava pêvajo pêş ve biçe û aştî bê nîqaşkirin dê di darazaê de jî sererastkirin bên kirin.    Alptekîn bal kişand ku aktorên herî girîng ên di pêşdebirina pêvajoyê de siyasetmedar in û wiha got: "Lê aliyê herî girîng ê pêvajoyê hiqûq e. Ji ber ku em niha hatine pêvajoyeke wisa ku qeyûm tayînî hiqûqê tê kirin, mehkûmên nexweş li gorî qanûnê nayên berdan, darizandinên siyasî bi destê hiqûqê tên kirin. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku divê li ser zemîneke baş a hiqûqî bê gengeşekirin. Divê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê bi siyasetmedaran re, bi hiqûqnasan  re jî di nava ahengekê de bê meşandin."   MA / Rukiye Payiz Adiguzel