Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin 2025-02-18 13:27:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 4 bajarên Kantona Cizîrê gelek kesan ji bo beşdarî berxwedana li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Berxwedana bi pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li dijî van êrişan jî didome. Îro ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê gelek welatî ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.    Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê heta niha ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li ber xwe didin û çalakiya nobetê didomînin.