Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê 2025-02-18 14:18:57 SILÊMANIYE - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di serdana gorê Celal Talabanî de lênûsa taybet îmze kir.  Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hevdîtinên xwe yên li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê temam kir. Şande, piştî hevdîtina bi Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî, çû serdana gora Celal Talabanî.    LÊNÛSKA TAYBET ÎMZE KIR   Ji endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan di serdanê de lênûsa taybet îmze kir. Peyama Buldan wiha ye: “Cîbicîkirina azadî û aştiyê ya gelê Kurd ku hesreta Mam Celal bû, xwedîderketina li bîranîna wî ye. Em soz didin ku ev yek dê di demekî herî kin de pêk bê. Em serfiraz in ku dilsoziya birêz Ocalan a bi Mam Celal re ji zarokên Mam Celal re vebêjin. Bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînim.”