Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da 2025-01-15 14:06:40 MÊRSÎN - Qeyûmê li Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin, ji her kesên weke “hilbijêrên xeyalî” hatibûn tespîtkirin re 2 midûrtî da.  Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan, beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an li Meclisê eşkere kiribû ku li navçeya Akdenîz a Mêrsînê “hilbijêrên xeyalî” hatine bicihkirin. Di nav wan “hilbijêrên xeyalî” de Mehmet Mavî, Alî Turna û Alî Uçar jî hebûn. Di 31’ê Adarê de şaredarî kete destê DEM Partiyê û cihê peywirê yê her sê kesên behsa xeberê jî hatibûn guherandin.    JI QEYÛM PEYWIRÊN NÛ   Qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener ku di 13’ê Çileyê de weke qeyûm li Şaredariya Akdenîzê hate peywirdarkirin, peywirên nû da kesên behsa xeberê. Qeyûmî, Mehmet Mavî li Midûriyeta Dabînkirina Karkeran û Midûriyeta Xizmetên Piştevaniyê; Alî Uçar li Midûriyeta Çand û Karên Civakî û Midûriyeta Karûbarên Alîkariya Civakî; Alî Turna jî li Midûriyeta Jinê û Xizmetên Malbatê peywirdar kir.     MA / Emrullah Acar