Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin 2025-01-14 15:16:28 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê loqenteya gel vekir.  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê loqenteya gel a 3’yan li Kolana Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û gelek kes tev li vekirina loqenteyê bûn.    Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol got ku ew xebatên xwe bi dirûşma “Dixwazim li cihê lê bûme têr bibim” didomînin.    BERTEKA LI DIJÎ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN   Hevşaredar Dogan Hatun jî got ku kesek guh nade menfaetên gel, tiştên gel li malê dijî û li pirsgirêkên wan. Hatun, got ku sedema krîza aboriyê polîtîkayên îktîdarê ne û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê da.    Parlamenter Adalet Kaya jî diyar kir ku dê têkoşîna wan a ji bo debar, edalet, aştî û çareseriyê bidome.    Piştî axaftinan, loqente hate vekirin û xwarin bêpere hate dayin.    4 CUREYÊN XWARINAN BI 70 LÎREYAN E   Rojê dê loqente xwarinê bide hezar kesan. Ji bilî roja yekşemê dê her roj ji saet 12.00’ê heta 17.00’ê vekirî be. 4 cureyên xwarinan dê bi 70 lîreyan be.