Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne 2025-01-10 10:10:44 AMED - Bi sedema sûcê kuştina mamoste Ozgur Ekîncî, derheqê kurên Halît Agaçhanli yê AKP’î biryara girtinê hate dayin û ev 4 meh in hêj nehatine girtin. Halîme Ekîncî, bertek nîşanî rewşê da û ji bo hevjînê xwe daxwaza edaletê kir.  Mamosteyê felsefeyê yê Dibistana Amadehî ya Hakan Bahçecî ya navçeya Çermûg a Amedê Ozgur Ekîncî (44) di 19’ê Îlona 2014’an de li gundê Agaçhanê yê navçeyê di encama êrişa çekdarî de hate kuştin. Du zarokên Ekîncî hebûn û cenazeyê wî li baxçeyê maleke wêrane hatibû dîtin. Hat zanîn ku cihê Ekîncî lê hatibû kuştin, aydê namzetê Şaredariya Çermûgê yê AKP’î Halît Agaçhanli ye ku di sala 1999’an de Şaredarê Çermûgê yê Partiya Fazîletê bû.    Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Çermûgê bi gumana “kuştina biqesdî”, derheqê kurê Agaçhanli yên bi navên Ramazan û Cengîz Agaçhanli de biryara girtinê da. Wesayîta ku Ramazan Agaçhanli di roja bûyerê de kirê kiribû, li devera Kepîrkucak a navçeya Curnê Reş a Rihayê weke parqkirî hate dîtin. Bi ser cînayetê re nêzî 4 meh derbas bûn lê hêj jî Ramazan û Cengîz Agaçhanli nehatine girtin.    Malbata Ekîncî, xwestin ku her du birayên Agaçhanli bên girtin û darizandin.    FAÎL HÊJ WINDA NE   Halîme Ekîncî, da zanîn ku di roja bûyerê saet di navbera 13.00-14.00’ê de bi hevjînê xwe yê li gel Ramazan Agaçhanli çûye Sêweregê re axivî ye û ev tişt anî ziman: “Hevjînê min guman ji rewşê bir lewma çûbûya ku derê wêneyeke bi nîşeya ‘em li vir in’ dişand. Wêneyê herî dawî jî saet di 16.31’ê de şand. Em dixwazin faîl tavilê bên dîtin. Dozger got ku li her îxbarê û li her cihê gumanê jê dibin nihêrtine. Lê ev ji bo min bes nakin. Li gorî min divê xizmên wan bên şopandin. Di dawiya dawî de têkiliya di navbera wan de qut nabe. Ku gumana min ew e ku bi wan re hevdîtinê dikin. Ma ji bilî malbatê dê kî wan biparêze? Divê bêhtir li ser vê meseleyê bisekinin. Dixwazim li ser hemû gumanan bisekinin. Di dawiya dawî de ev kes tune nebûn, xwe li cihekî vedişêrin.”    Bi domdarî Halîme Ekîncî anî ziman ku kesê bi navê H.E. ku di roja bûyerê de di wesayîta Agaçhanli de bû, bi sîfetê “gumanbar” hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îfadeyeke baş ji wî kesî negirtin. Ev jî cihê gumanê ye. Li gorî min divê li ser vî kesî bisekinin. Dibêje; ‘Dema ez ji cihê bûyerê re derbas dibûm, min dît. Min alîkarî da.’ Dema alîkariyê dide çawa cizdana xwe dixe? Divê li ser vî şexsî bisekinin.”    ‘MA EDALET EWQAS BÊHÊZ E?’   Xizmên Ozgur Ekîncî jî diyar kirin ku derdora malbatê xurt e lewma faîl ewqas bihêsanî xwe vedişêrin û wiha gotin: “Polîs û dozger dizanin ka dê çawa tevbigerin. Ji parêzeran heta dozger û cendirmeyan. Bavê wî demekî kin be jî li Qereqola Guruzê xebitiye. Dosya di destê cendirmeyan de ne. Nav diyar in. Ma ev qet naxwin û navexwin? Ma li Tirkiyeyê edalet ewqas bêhêz e? Em dixwazin ev kes radestî edaletê bên kirin.”    Esnavên Çermûgê yên Ekîncî nas dikin jî dibêjin ku faîl ji hêla malbatê ve tên parastin. Esnafên ku gotin Ekîncî mamoste û mirovekî baş e, ev tişt anîn ziman: “Di demên zehmet de li cem me cih girt. Xwendekarên wî jî jê hez dikirin.” Esnafan xwestin ku faîlên wî tavilê bên girtin.    MA / Rûkiye Adiguzel