Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin 2025-01-08 14:41:52 EDENE - Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek ku ji sedî 80 astengdar e û li ser biryara DMME’yê piştî 22 salan hatibû berdan, piştî Dadgeha Bilind cezayê wî erê kirî cara duyemîn hate girtin.  Hadî Elçîçek di 16’ê Sibata sala 1999’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hate binçavkirin. Elçîçek, 10 rojan di bin çavan de ma û piştre bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate girtin. Elçîçek ku li Dadgeha Hejmar 1 a Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, ji ber heman îdiayê cezayê îdamê lê hate birîn. Dadgehê piştre ev cezaye veguherand “cezayê muebbeta girankirî.” Piştî cezayê hatiye dayin ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, parêzerê Elçîçek bi sedema ku ji ber endamê leşkeriyê yê di DGM’ê de darizandineke adilane nehatiye kirin û miwekîlê wî bêyî parêzer û di bin îşkenceyê de îfadeyê wî hatiye girtin, di 10’ê Kanûna 2002’yan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî ji ber “binpêkirina rêgeza darizandina adilane” Tirkiye mehkûm kir. Li ser vê yekê Elçîçek careke din hate darizandin û 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar sekinandina înfazkirina cezayê da. Bi vê yekê re Elçîçek piştî 22 salan, di 9’ê Kanûna 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsus a Mêrsînê hate berdan.    RAPORA WÎ YA ‘JI SEDÎ 80 ASTENGDAR E’ HEYE    Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê rapora “Ji sedî 80 astengdar e” dabû Hadî Elçîçek û nexweşê penceşêrê ye. Tevî biryara DMME’yê jî 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaza jinûvedarizandinê red kir. Li ser vê yekê parêzeran dosya birin Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê hatiye dayin erê kir û cezayê Elçîçek teqez bû. Elçîçek ku hem nexweşê penceşêrê ye hem jî rapora wî ya “Ji sedî 80 astengdar e” heye, duh li Mêrsînê li mala xwe hate girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê.    SERLÊDANA JI BO TALOQKIRINA ÎNFAZÊ   Parêzerê Elçîçek, Mehdî Ozdemîr bi daxwaza ku înfaza Elçîçek ji ber şert û mercên tenduristiyê were taloqkirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da. Me li ser telefonê xwe gihand malbata Elçîçek. Malbatê, da zanîn ku Elçîçek tedawiya kemoterapiyê dibû, dê rewşa wî li girtîgehê giran bibe û xwest ku were berdan.