Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê 2024-11-29 13:18:03 AMED - Şaredariya Sûrê navê kolana Mînareya Çarling lê ye weke “Kolana Tahir Elçî” guherand.  Şaredariya Sûrê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kir. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, rêveberên bajar ên DBP û DEM Partiyê, nûnerên Weqfa Tahir Elçî, parêzer û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Li kolana Mînareya Çarling pankarta “Me Tahir Elçî yê li ber siya edaletê li şopa aştiyê digeriya ji bîr nekir” hate daliqandin.    TÊKOŞÎNA JI BO PÊŞEROJÊ    Hevşaredar Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev kolan ji bo xelkê Amedê ne tenê rê ye, her wiha dê bibe sembola lêgerîna edaletê, cisaret û aştiyê. Weke parçeyeke bangawaziya aştiyê ya li her kolanên Sûrê olan dide, dê mîrateya Tahir Elçî û berpirsyartiyên me bi bîra me bîne. Em soz didin ku dê têkoşîna me ya ji bo pêşerojeke aştiyane bidome.”    ‘EM Ê BÎRÊ BIPARÊZIN’    Hevşaredar Fatma Gulan Onkol jî wiha got: “Herêma Sûrê malovaniya gelek şaristaniyan kiriye. Tahir Elçî d ferqa vê de bû û ji bo aştî û parastina van mîrateyan têkoşiya û di oxira wan de jiyana xwe ji dest da. Em soz didin ku dê ji vir bîrekê ava bikin û vê bîrê biparêzin.”    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî ev tişt anî ziman: “Guherandina navê kolanê pir girîng û watedar e. Erdnîgariya me erdnîgariyeke biêş e e. Em navên kesên me winda kirine çiqasî li kolanan bikin jî xelas nabin. Lê pêdiviya me pê heye ku bîra xwe zindî bihêlin.”    ‘PÊDIVIYA HERÎ MEZIN AŞTÎ YE’   Turkan Elçî jî wiha got: “9 sal berê ev kolan bi xwîna hiqûqnasekî daxwaza aştiyê dikir hate qirêjîkirin. Paqijkirina vê kolanê dê ewqas hêsan nebe. Ev 9 sal in em êş û zehmetiya vê dikişînin. Heke tevî zilm û êşê em îro xwe li ser pêyan bigirin, sedema vê hêviya me ye. Biryara şaredariya me ya ji bo paqijkirina vê kolanê daye ji bo me gelek binirx e.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got; “Tahir Elçî yek ji wan hevalên me bû ku dizanî pêdiviya herî mezin a vî welatî bi aştiyê heye. Ev civak dê tu caran bîra li vir ji bîr neke. Ev civak dê vê jî ji bîr neke; pêdiviya vî welatî herî zêde bi aştiyê heye.”    Herî dawî jî tabeleya “Kolana Tahir Elçî” hate daliqandin û çalakî bi dawî bû.