Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin 2024-11-26 21:52:31   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kir. Di vê navberê de mîkrofonên endamên DEM’ê hatin girtin û lijne hat taloqkirin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê Çîçek Otlu li Lijneya Giştî ya Meclisê dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir.   Çîçek Otlu bal kişand ser tundiya li ser jinê û qetilkirina jinan. Çîçek Otlu bi bîr xist ku jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, lê belê polîsan mudaxaleyî mêran nekir, mudaxeleyî jinên ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Cîhanê protesto kirin, kirin. Çîçek Otlu diyar kir ku li Stenbolê zêdetirî 150 jin di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin û got, "Jin jiyan azadî" ku dirûşam  gerdûnî ya têkoşîna azadiya jinê ye, ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin. Em ê li dijî pergala serdest a mêr têkoşîna xwe berfireh bikin. Em ê jiyana wekhev û azad ava bikin. “Em weke jin bi yek dengî ji Amedê heta Stenbolê û ji wir jî heta Îzmîrê qîriyan.   Çîçek Otlu di dawiya axaftina xwe de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir. Di vê navberê de mîkrofona Çîçek Otlu ji aliyê Alîkarê Serokê Meclîsê yê AKP'î Bekîr Bozdag ve hat girtin. Bozdag îşaret bi xala 3’emin a Destûra Bingehîn kir û xwest ji bilî tirkî bi tu zimanî neyê axaftin.   Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî di dawiya axaftina xwe de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir.   Bekir Bozdag vê carê mîkrofon girt û civîna lijneyê qut kir.   Piştî navberê endamê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû jî bi heman dirûşmê qîriya. Di dema axaftina Omer Faruk Gergerlioglu de mîkrofon hat girtin. Omer Faruk Gergerlioglu got, “Di dîroka Meclîsê de ev yekemîn e. Ez wek tirkekî bi kurdî axivîm û gotinên min qut bûn.