Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e 2024-11-26 09:40:27   ÎZMÎR – Jinên girtî bal kişandin ser tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e.   Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtî, bi nameyekê ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandin, tundiya li ser jinê û rêbazên têkoşînê nirxandin. Di nameya bi sernavê "Em bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêzin" de wiha hat gotin: "Em hefteya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê di atmosfereke ku tundî lê zêde dibe pêşwazî dikin. Em encamên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ku bi demê re berbelav bûye û nav lê nehatiye kirin, bi awayekî giran dijîn."   'ÊRIŞA LI SER JINÊ BÎRDOZÎ YE'   Di nameyê de bal hat kişandin ku êrişên li ser jinê îdeolojîk in û ev tişt hatin gotin: "Wekî zayend, çîn û neteweya pêşî ya bindest divê em zemîna ku tundiya li ser jinê tê asayîkirin û rewakirin, bi baldarî analîz bikin. Êrişên li dijî jinê yên maddî û manewî, bîrdozî ne. Ji ber vê têkoşîneke bîrdozî divê. Yekpareyiya ruhî û bedenî ya me jinan, ji aliyê rejîmên nijadperest, zayendperest, neteweperet ên mêr ve kêlî bi kêlî rastî taciz û tecawizê tê. Tundî, diyardeyek e ku tevna exlaqî, polîtîk û siyasî ya inê dirizîne. Tespîta 'heya jin azad nebe civak azad nabe' di warê çareseriyê de pir girîng e. Ev rewş di heman demê de pênaseya şert û mercên em tê de ne jî.   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ BI XWEPARASTINÊ PÊKAN E   Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastina rewa pêkan e. Em ji her cure mafên mirovan û qanûnan bêpar in. Wekî navgîna meşrûkirina dewletê, hiqûq û qanûn mirov û saziya malbatê ku wekî prototîpa xwe dibîne diparêze. Azadiya jinê bi rêgezên wekhevî û edaletê dikare bê afirandin. Û ger li cihekî wekhevî û edalet nostaljîk bûbe û zemîna azadiyê nehiştibe, xweparastin mafekî bingehîn e. Têkoşîna îdeolojîk a li dijî tundiya li ser jinê bi xweparastinê pêkan e. Xweparastin; xurtkirina siyaseta demokratîk e. Siyaseta exlaqî polîtîkaya ewlehiyê ya civakê ye.   XWEPARASTIN   Wekî jin afirandina xweparastinê tê wateya; kûrkirina xwenasîn û hişmendiya zayendî. Wekî jin divê em rêbazên parastina bedenî û ruhî pêş bixin. Dijminîkirin û zimanê nefretê neyînî ne û parçe dikin. Li aliyê din jin ji aliyê xwe ve erênî û avaker in. Rêxistiniya herî xurt, bi hezkirina jinê ya ji bo hevzayenda xwe pêkan e. Divê cudahiyên me wekî hêmanên ku me dewlemend dikin, ne ku me ji hev cuda dikin, bên hesibandin. Daxuyaniya herî watedar a ku cudahiyên ziman, nijad, ol, netew û ramanê dike yek azadiya jinê ye. Dem hatiye, em li dijî statûkoya heyî ya mêraniyê, lkoletî û mêraniya hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst yên li dijî nirxên exlaqî bibin yek. Bi derbaskirina derûniya kolonyalîzmê, bi xwebawerî û her kêliya mezinbûna bi têkoşîna sosyalîst re em dikarin jin û civaka ji exlaqê azadiyê qut bûne sax bikin.   JINA AZAD, CIVAKA AZAD   Em jin û zarokên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de Silaya pitik ku li Tekîrdagê, Narîn a li Amedê û Rojîn a li Wanê hat qetilkirin. Wekî jin em soz didin ku em ê hesabekî yekbûyî bipirsin û jin û civaka azad biafirînin. 'Jinên ku serî li ber wan natewînin efsûnî ne'. Em di serdemekê de ne ku jin bi hemû kelecaniya xwe pêşengiyê dikin. Em di serdema sedsala jinê de ne, ku em ê bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' ya ku li Îranê bi Mahsa Emînî re gerdûnî bû, bigihîjin rastiyan. Jidayikbûneke biêş be jî, em dizanin ku em ê civakeke azad ava bikin.   DI NAVA BETONÊN GEWR DE BERXWEDANEKE ZIHNÎ   Em hewl didin li zindanan li dijî polîtîkayên tundiyê yên ldi nava betonên gewr de hatine kûrkirin tenduristiya xwe ya zihnî biparêzin û bi vî awayî têdikoşin. Ev rastî, rastiyek e ku di her kêliyê de avakirina erênî hewce dike. Ev rastî rastiya me hemûyan e. Rastfêmkirina vê rastiyê diyar dike ku em ê çawa şer bikin. Û gava ku hûn çawayê bibînin, kes nikare we rawestîne. Heta ku em bi ser bikevin... Em we hemûyan bi germahiya jinan hembêz dikin û di xebatên we de serkeftinê dixwazin, bi baweriya ku em ê pêşerojeke azad biafirînin."