Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan 2024-11-25 16:40:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li çar aliyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin ji bo maf û jiyana xwe daketin qadan û têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên tundiyê yên mêr-dewletê, şer û tecrîdê mezin kirin.    Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin daketin qadan û li dijî tundî, xizanî, newekhevî, tecrîd û şer bûn yek deng.    RIHA    Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê li pêşiya baroyê daxuyanî da. Li gel endamên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn. Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan Şîrîn Kizilkaya di daxuyaniyê de got: “Em ê dîwarên bi tundiyê li dijî jinan hatine avakirin bi hev re hilweşînin. Jiyaneke wekhev, azad û bêtundî ya jinan, mafekî mirovî yê bingehîn e ku nabe mijara bazariyan. Lewma divê tavilê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê, qanûna hejmar 6284’ê bêkêmasî bikeve meriyetê û dawî li polîtîkaya necezakirinê bînin. Ji bo vê jî dê têkoşîna me bidome.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   EDENE   Komîsyona Mafên Mirovan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê jî tev li bûn. Zehra Aydin li ser navê komîsyonê rapor eşkere kir û bal kişand ser dîrok û têkoşîna jinan. Zehra Aydin, diyar kir ku ew ê li dijî her cureyên şer derkevin û jiyanê biparêzin.    Zehra Aydin diyar kir ku di mehên çile û cotmehê de 15 jin hatine qetilkirin û ev agahî parve kir: “Piraniya jinan bi çekan û kêran hatine qetilkirin. Jin, li her qadê rastî zayendperestî û çanda tundiyê ya zîhniyeta nêrza diafirîne re rû bi rû dimînin. Em careke din banga bidawîkirinê vê dikin û dibêjin; dewlet mecbûr e ku ji bo parastina jinan a ji tundiyê her cureyên tevdîran bigire. Divê cihêkariya bingeha xwe ji zayendperestiyê digire ji holê rake. Divê dev ji polîtîkayên necezakirinê berde. Weke jinên ÎHD’î dê têkoşîna me ya li dijî tundiyê ser jinê bidome.”   Piştî daxuyaniyê, jin çûn Şaxa PTT’ê ya Cumhuriyetê û ji bo Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê ji Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re name şandin.    ŞIRNEX   Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li bûn. Parêzer Gulbahar Bîlgîç diyar kir ku tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Pêşiya tundiya li dijî jinê nayê girtin û mafên jiyan, cihê hewînê û parastinê yên jinan nayên parastin. Lewma jî tundiya li dijî jinan bi polîtîkayên necezakirinê biencam dibin.”    COLEMÊRG   Li Colemêrgê jî jinan tevî hewayê sar jî li Xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê hatin gel hev û heta Mala Mamosteyan a berê meşiyan. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û gelek jin tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Li hemberî şerê taybet jin, jiyan, azadî" û dovîzên “Şoreşa jinê azad dike” û “Jin jiyan e, jiyanê nekuje" hatin hilgirtin. Jinan, gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin.    Bêrîvan Bahçecî di daxuyaniyê de wiha got: “Jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de dê her roj têkoşîna xwe ya li dijî tundî û zextê mezin bikin. Dê têkoşîna xwe ya li dijî şerê taybet mezin bikin. Em ê polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li dijî ciwanan dixin meriyetê teşhîr bikin û li dijî wan têbikoşin. Em ê bi tu awayî rê nedin şerê taybet. Dê li her tax, kolan û qadê rûyê qirêjî yê şerê taybet teşhîr bikin. Li dijî vê em ê civaka exlaqî û polîtîk ava bikin.”    AGIRÎ   Jinan xwestin li Agiriyê jî meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Jinên ku li pêşiya avahiya PTT’ê hatin gel hev, dovîzên “Sûcdaran neparêze, bidarizîne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û "Tundiya li ser jinê qirkirina civakê ye" hilgirtin. Jinan, bertek nîşanî astengkirinên polîsan dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr diyar kir ku li dijî tundiyê li qadan e lê bi astengkirinên polîsan rû bi rû dimînin.    Jin, ji pêşiya PTT’ê heta avahiya DBP’ê ya Bajar meşiyan.