Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan 2024-11-24 08:36:43 DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan.  Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Dêrsimê qeyûm tayîn kir û di heman rojê de derheqê Hevşaredar Bîrsen Orhan de jî biryara binçavkirinê da. Bîrsen Orhan, di saetên serê sibehê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. Piştî karûbarên li emniyetê, Bîrsen Orhan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hate kirin.   Bîrsen Orhan ya îfadeya wê li dozgeriyê bidawî bû, bi îdiayên “heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” û “Gel tehrîkê sûc kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Dêrsimê hat kirin.   Dadgehê piştî parastinên hatin kirin şûnde der barê Bîrsen Orhan de biryara hepsa malê û qedexeya derketina derveyê welat da.