Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin 2024-11-24 10:17:34 DÊRSIM - Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş tayînkirina qeyûm weke “êrişeke li dijî nasname, ziman û baweriya gelê Dêrsimê nirxand” û endamê GYK’ê yê EMEP’ê Orhan Kurul jî got: “Seyîr Rizayan di 1938’an de serî netewandin û dê neviyên wan jî serî netewînin.”  Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 22’yê mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê ya di destê DEM Partiyê de û Şaredariya Navçeya Pulurê ya di destê CHP’ê de qeyûm tayîn kir. Li dijî xespkirina îradeyê, li Qada Seyîd Riza çalakiya nobetê hate destpêkirin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş û endamê Lijneya Rêveberiya Giştî (GYK) yê Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kurul gotin ku dê berxwedana wan a li dijî qeyûman bi biryardarî bidome.    DERBEYEKE LI DIJÎ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ YE      Orhan Kurul, diyar kir ku qeyûm derbeyeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Kurul, wiha domand: “Hêzên ked û demokrasiyê li Dêrsimê tifaq kirin û bi ser ketin. Biryara qeyûm, her wiha peyameke li dijî tifaqê ye. Me ev peyam girt û dê tifaqê mezintir bikin. Em ê bi têkoşîna xwe bi îktîdarê paşvegav bidin avêtin.”    ‘ÇARESERIYKE WAN A JI BO PIRSGIRÊKA KURD TUNE YE’    Kurul, bi bîr xist ku piştî gotinên Devlet Bahçelî yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd qeyûm hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Çareseriyeke wan a ji bo pirsgirêka kurd tune ye. Gotina aştî û biratiyê dikin lê li kurdan dixin. Çareserî wiha nabe. Divê polîtîkaya qeyûm tavilê bidin sekinandin, qeyûman paşve bikişînin û hevşaredar li karê xwe vegerin. Divê hemû operasyonên li hundir û derveyî welat bên sekinandin, tecrîda li ser girtiyên siyasî rabe, girtiyên nexweş ên siyasî tavilê bên berdan. Heta ev nebin, hemû gotin tenê ji bo tesfiyeyê ne.    Sepanên qeyûm li dijî demokasiyê ne. Tifaqa me dê ji bo demên pêş bicive û çareseriyan pêş bixe. Heta alîgirên wan jî qeyûman qebûl rast nabînin. Gelê Dêrsimê jî got ku dê qeyûman qebûl nekin.”    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’     Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ataş jî bi lêv kir ku ew qeyûm qebûl nakin û wiha got: “Dewletek nikare vê zilmê li hemwelatiyên xwe bike. Em van nêzikatiyên faşîzan ji sala 1938’an nas dikin. Seyîd Rizayan serî netewandin û neviyên wan jî dê netewînin. Weke rêhevalên Mazlum, Elî Şêr, Zerîfe, Aysel Doganan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Daxuyaniyên têkildarî pirsgirêka kurd jidil nînin. Êdî em bi van gotinan naxapin. Qaşo qala aştî û muzakereyan dikin lê li hêla din qeyûman tayîn dikin. Ev, parçeyeke polîtîkaya wan a qirêjî ye. Ji îro ve em ê li Qada Seyîd Riza nobetê bigirin. Qeyûm, di heman demê de êrişeke li dijî nasname, dîrok, çand û baweriya gelê Dêrsimê ye. Dê berxwedana me ya li dijî van polîtîkayên şerê taybet bidome.    Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Qeyûm, encama tecrîdê ne. Dorpêçkirina şaredariyan a bi bloqên betonê jî encama wê ne. Em ê heta dawiyê li dijî polîtîkayên qeyûm têbikoşin. Banga me ya ji bo gelê Dêrsimê ew e ku mil bidin milê me û em xwedî li şaredarî, hevşaredar, bawerî û çanda xwe derkevin.”