Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin 2024-11-05 19:14:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê de wiha hat gotin: “100 sal in gelê kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê.”   Li Amed û Antalyayê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin şermezarkirin. Hilbijêrên ku bi gel re daxuyanî dan, peyama berdewamiya berxwedana li dijî desteserkirina îradeyê  dan.   AMED   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, hevşaredaran û nûnerên gelek saziyan li Parka Rojava hatin ba hev.   Polîsan gel dorpêç kirin, gel jî bi çepikan bertek nîşanî dorpêçê dan û li ber stranên berxwedanê demeke dirêj govend gerand.   'GEL WÊ PAŞVE GAV NAVÊJE'   Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di çalakiyê de axivî û got: “Divê em berxwedanê bidomînin û ti carî dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Qeyûmên hatine tayînkirin wê her dem jiyana me îstîsmar bikin. Bi berxwedanê em ê ti carî tawîzê nedin. Hûn dizanin ku pergala qeyûman bê çi bi xwe re tîne. Me dît ku qeyûman hemû tiştên gel li alîgirên xwe belav kirin. Ji ber vê em ê li ber xwe bidin. Şer dijwar e, lê aştî jê dijwartir e. 100 sal in gelê Kurd nikarin teslîm bigirin, hewl didin teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Ev gel 100 sal in paşve gav neavêtiye û ji niha û pê ve jî paşve gav navêje.”   HATÛN: KES NIKARE VÎNA ME DESTESER BIKE   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn anî ziman ku ji bilî xizmeta gel ti polîtîkayeke wan nîne û wiha axivî: “8 sal in li vî bajarî av, rê û xizmet tune. Mirov ji birçîna dimirin; rojekê dengek ji devê te derneket. Êdî bes e! Caneke me heye, Xwedê ew daye me, herî zêde hûn dikarin wê bistînin. Em ji îradeya xwe tawîzê nadin, tu kes jî nikare ji îradeya me desteser bike. Em ê li vir rûnin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Zext nikarin me bitirsînin" bi dawî bû. Girse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.   ANTALYA   Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê li Meydana Attalos daxuyanî çapemeniyê da. Di çalakiyê de pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin" hat vekirin û dirûşma "Li dijî faşîzmê mil bi din hev" hatin berzkirin.   Rêvebera DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdag diyar kir ku nikarin bi qeyûman îradeya gel desteser bikin û got, “Darbeyên berê yên qeyûman ji aliyê gel ve hatin redkirin. Di hilbijartinan de têk çûn û gel îradeya xwe ji bo partiya me bikar anî. Israrkirina di darbeya qeyûman ên ku di her hilbijartinê de têk diçe, nîşaneya têkçûna siyasî ye. Desthilata AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistin, hewl dide bi daraz û hêzên ewlehiyê desteser bikin. Darbeya qeyûman veguherandine rejîmê.”    Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir û Alî Butkulu binçav kirin.