MÛGLA - Ekolojîstên bal kişandin ser tunekirina daristanan, anî ziman ku divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek.
Li çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê polîtîkayên tunekirina daristanan didomin. Daristanên ku mîrateya hevpar a mirovahiyê ne, hem ji aliyê şîrketên maden û enerjiyê, hem jî ji bo tûrîzmê yan jî bi tenê ji bo hewcedariya keresteyan tên talankirin. Dîsa dema ku li Kurdistanê daristan dişewitin, pêşî li mudaxeleya mirovan tê girtin. Di hefteya dawî de ji bo kana komirê ya li Akbelen û bexçeyê milet yê li Rîzeyê daristan hatin birîn, li Cûdî jî piştî birîna daran ji par û vir ve destûr tê dayin ku daristan vê carê bên şewitîn.
Ekolojîstên ku ji bo piştgiriya berxwedana Akbelenê hatin, li dijî birîn û talankirina daristanan banga têkoşîna hevpar kirin.
Ekolojîst Demet Parlar, da zanîn ku li aliyekî ji bo ‘daristan neşewitin’ ketina daristanan tê qedexekirin li aliyê din jî li ber çavan daristan tên talankirin û wiha got: “Desthilat alîgiriya gel û xwezayê nake, alîgiriya sermayedaran dike û xwezayê weke metayekê dibîne. Dema birîna daran a li Akbelenê Cûdî dişewite, ji bo Rîze bi temamî bê betonkirin daristan tên tunekirin, ji ber vê yekê kesên van pirsgirêkan dikişînin divê bên bahev. Pirsgirêka me hevpar e. Divê em destûr nedin ku qadên xwezayî pêşkeşî sermeyadaran bên kirin. Gelek girîng e ku ji bo destûrê nedin vê yekê piştevaniya hev bikin. Hewce nake ku mirov illeh li wê herêmê bijî.”
‘ LI CÛDIYÊ EWILÎ DAR BIRÎN PIŞT RE ŞEWITANDIN’
Ekolojîst Melîsa Caymaz jî anî ziman ku sermaye li her derê li dijî xwezayê ne û destnîşan kir ku ekolojîst li dijî vê talanê disekinin. Caymaz, bi lêv kir ku dewlet li cem sermayedaran disekine û wiha lê zêde kir: “Em hewl didin li dijî vê talanê bisekinin. Hemû darên li Akbelenê, li Cûdî û li Rîzeyê yên me ne. Daristan ne tenê yên me ne qada jiyanê ya hemû zindiyan e. Li Cûdî ewilî dar birîn pişt re şewitandin. Li vir daristan talan kirin. Divê em bi awayekî hevpar vê têkoşînê bimeşînin. Ji ber darên ew dibirin krîza avhewayê û rojên germ hene. Em neçarin ku li dijî vê yekê heta dara dawiyê bimîne bi awayekî hevpar têbikoşin.”
LI KURDISTANÊ ASTENGIYA POLÎTÎK
Ekolojîst Esra Balbal jî bi bîr xist ku mudaxileya gel a li şewata 3 roj in li Cûdî didome tê astengkirin û wiha got: “Ev jî ji ber ew der Kurdistan e astengiyeke polîtîk e. Li herêmê bi taybetî polîtîkayekê ku herêmê bê mirov û bêdaristan bihêlin tê meşandin. Di heman demê de em li herêma erdhejê Hatayê jî dibînin. Ji bilî Akbelenê û Cûdî divê gel li her derê li dijî talana daristanan a li her devera Tirkiyeyê têbikoşe. Bi vî awayî em dikarin li dijî polîtîkayên sermayeyê bisekinin.”
Ekolojîst Tûba Malîk jî diyar kir ku ji bo birîna daran îhale tên kirin û wiha axivî: “Qoç jî bi îhaleyê firotine derveyî welat. Ne tenê ji tunekirina daristanan dixwazin ji her tiştî pere bi dest bixin. Hatina vê derê gelek bi nirx e lê divê em belavî hemû Tirkiyeyê bibe. Divê mirov bêhestiyar nemînin. Divê em ji bo hemû daristanan vê yekê bikin.”
‘DIVÊ TÊKOŞÎN BIBE YEK’
Ekolojîst Levent Buyukbozkirli jî destnîşan kir ku krîza avhewayê veguheriye kareseteke kurewî. Buyukbozkirli, diyar kir ku di serî de daristan ekosîstemên ku divê bên parastin in û wiha got: “Di serdemeke wiha de Tirkiye bi temamî polîtîkayên xwe yên sermayeyê didomîne. Daristan weke depoyeke keresteyan tê dîtin. Ji Daristanên Bakur heta Cûdî heta Çiyayê Kazê, ji ber sedemên sermayeyê daristan bi zanebûn tên qetilkirin. Li dijî vê yekê, li herêmî têkoşînên hêja tên meşandin. Li gorî min divê platformeke ku van têkoşînan bike yek were avakirin. Hûn dikarin ji vê ra Maseya Daristanê an jî Platforma Têkoşîna li Dijî Daristanan binav bikin. Yek ji rêgezên herî bingehîn ên ekolojiyê ew e ku her tişt bi her tiştî re eleqedar e. Dareke li vir tê birîn, ne tenê bandorê li vê derê, li qadeke giştî ya mezin dike. Divê em ne tenê mîna ekosîstema herêmî bifikirin.”
MA / Tolga Guney