AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bertek nîşanî organîzasyona “5. Cilo Fest” da û wiha got: “Di demên dawî de li her çar aliyên Kurdistanê bi zanebûn li dijî xweza, dîrok û ekolojiyê sûc dikin.”
Walîtiya Colemêrgê û Qeymeqamtiya Geverê bi hev re organîzasyona “5. Cilo Fest” li dar xistibûn. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî organîzasyonê daxuyanî da û bertek nîşan da. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku bi hinceta “herêmên bi ewlehiya taybet” qeşa û Golên Satê li xelkê herêmê hatine qedexekirin û daxuyanî wiha dom kir: “Di bin navê Mîhrîcana Cîloyê de çalakiyên ne li gorî çand, dîrok û xwezaya Colemêrgê hatine lidarxistin û li ber talanê hatine vekirin. Li cihê qeşayên ku heta niha tu kesî dest nedayê di carekê de bi tevlibûna 20 hezaran kesan kon hatin vegirtin, konser hatin dayîn, li ser golên qeşayê kano û jestkiyên bi benzînê dixebitin hatin bikaranîn. Bi hezaran wesayîtan berê xwe dan qada kampê û xwezaya wê hatiye qirêjîkirin. Weke ku ev jî bes nebe, hinek kesên heyranên gihayên endemîk, çîçekên endemîk jê kirine, xistine çenteyên xwe û ji wir hatine.”
‘QIRKIRINA ÇANDÎ Û NASNAMEYÊ YE’
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji mirovên sivîl zêdetir, hêzên dewletê yên biunîforma li wir xuya dikirin. Li xwezayê wêneyekî milîtarîst dan. Li vê derê ne tenê qadên jiyanê li ber rantê vekirin, di heman demê de şêweyê çanda herêmê jî ji hêla zîhniyeta serdest ve hate talankirin. Di demên dawî de bi zanebûn li her çar aliyên Kurdistanê li dijî xweza, dîrok û ekolojiyê sûcê qirkirinê tê kirin. Li Kurdistanê di bin navê ewlekariyê de dar tên talankirin, bi HES û JES’an herêmê ji mirovan xalî dikin û xwezaya herêmê tê texrîbkirin. Di demekî wiha de, di bin navê mîhrîcanê de qirkirina çand, dîrok û xwezayê tê kirin. Lewma jî qirkirina çandî û ya nasnameyê ku ferasetên populîst ên kapîtalîst û dewlet li Kurdistanê dike nayê qebûlkirin. Kesên li gundên Geverê mezin bûn bi sala ye ev qeşa nedîtine lê îktîdarê çiyayên gel, gol û hwd. li ber rantê vekiriye û weke qada polîtîkayê bi kar tîne. Em qebûl nakin ku îktîdar van deveran weke qadên pîrozbahiyê bin bi kar bîne. Divê li Colemêrg û hemû deverên din, fikra xelkê herêmê were guhdarîkirin, îradeya wan esas were girtin û qadên xwezayê li ber rantê neyên vekirin.”