Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!

img
MELETÎ - Li navçeya Pêtirgeh a Meletiyê 32 kanên madenê bi awayekî çalak dixebitin. Hevberdevkê Mal-Çep’ê Ramazan Derîn diyar kir ku rêveberên bajêr di mijara hawirdorê de bi hestiyar tevnagerin. 
 
Navçeya Pêtirgehê 74 kîlomîtroyan dûrî navenda Meletiyê ye û bûye wargeha kanên madenan. Navçe di geliyê Çemê Şiroyê de hatiye avakirin. Navçe beriya bi 300 salan weke gundek hatiye avakirin û ji ber ku herêmeke çiyayî ye zêde mezin nebûye. Nifûsa wê 12 hezar û 946 kes in. Ji hêla jeolojîk ve Pêtirgeh tebeqeyeke kevne lewma gelek cureyên kevirên weke maden tên pênasekirin li wir hene. 
 
Ramazan Derîn
 
MTA DEWRÎ ŞÎRKETÊN TAYBET DIKE 
 
Li navçeyê, bi kûrahiya 196 mîtro û 65 santîmîtroyan 5 xebatên sondajê hatine kirin û tekane kana profîlîtê ya Tirkiyeyê hatiye tespîtkirin. Kana ku di encama xebatên Enstîtûya Lêgerîn Vekolîna Madenê (MTA) hat tespîtkirin piştre dewrî sektora taybet hate kirin. Tê texmînkirin ku xwedî rezerveke 20 milyon û 221 hezar û 700 tonên Profîlîtê ye. Niha şîrketa ÇÎMSA ya aydê Sabanci Holdîngê dixebitîne. Profîlît di çêkirina kelûmelên refrakter, pîşesaziya seramîkê, boyax, kaxiz, şûşe, tekstîl û pîşesaziya plastîkê de tê bikaranîn. Li gel profîlîta li herêmên Dolek û Babik ên Pêtirgehê tê derxistin, her wiha li zozanên Sevikê û Poluşagiyê sifir, li Yamaci Sagirê hesin, li Larê jî madenên dîtsen tên derxistin. Her wiha li navçeyê madeyên xam ên weke dolomît, florît, vermîkulît, tras, mermer û çîmento jî hene. 
 
‘ZEXTA SIYASETÊ YA LI SER RÊVEBERIYÊN HERÊMÊ’
 
Navçeya Pêtirgehê di salên dawî de rastî êrişên şîrketên madenê tê. Heta niha 41 serlêdanên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hatine kirin. Şîrketên madenê ku heta niha ji bo tu serlêdanên wan ên ÇED’ê bersiva erênî nehatiye dayîn, navçeya Pêtirgehê qul qul kiriye. Hevberdevkê Platforma Parastina Hawirdorê ya Meletiyê (Mal-Çep) û Rêveberê Komeleya Parastina Xwezayê ya Pêtirgehê Ramazan Derîn, da zanîn ku di halê hazir de li navçeyê 32 qadên madenê yên çalak dixebitin hene û wiha got: “Em jî li dijî vê talana şîrketên madenê têkoşîna ekolojiyê didin. Di encama vê têkoşînê de me heta niha 2 serlêdanên ÇED’ê û ruxseta kanekê madenê da betalkirin. Tevî biryarên betalkirinê jî ev şîrketên madenê xebatên xwe didomînin. Mixabin li herêmê bi van biryaran nakin. Di vê mijarê de rêveberên herêmê pir qels dimînin. Em dibînin bê ka bandora siyasetê li ser wan çiqas e. Ji ber vê bandorê jî tu hestiyariyeke rêveberên herêmê di mijara hawirdorê de nîne. Lewma Pêtirgeh pir pirsgirêkan dijî.” 
 
‘ŞÎRKETÊN MADENAN GUNDIYAN DIXAPÎNIN’
 
Derîn, got ku mezintirîn pirsgirêka Pêtirgehê qada madenê ya profîlîtê ye ku li Tirkiyeyê yek ji mezintirîn qada madenê ye û wiha bi dawî kir: “Madena profîlîtê ya ku li deverên derdorê tê derxistin, li qeraxê Çemê Şiro tê komkirin. Piştre jî vediguhêzin Taxa Yaygin a li navenda Meletiyê. Li wir jî bi tren û TIR’an derbasî febrîqeya ÇÎMSA ya li Mêrsînê dikin. Ji sedî 80’î vî madenî dişînin derveyî welêt. Di salên dawî de qadên madena barîtê jî hatin vekirin. Li kêleka rêya Pêtirgih-Meletiyê tesîsek hatiye avakirin. Tê payîn ku madena barîtê li vir bê şûştin, ambalajkirin û stokkirin. Lobiyên madenan jî li gund hinek sozên kar û piştgiriya aborî dane şêniyan. Me di vê mijarê de gundî hişyar kirin. Me jê re got ku hewl didin gundiyan bixapînin. Rewşa Pêtirgehê niha gelek xerab e. Deng lê pir zêde ye û her tim di nava toz û dûmanê de ye. Ev qirêjiya hawirdorê, ziyaneke mezin dide sewalkarî û çandiniyê. Weke Mal-Çepê em ê li navçeyên Pêtirgeh, Wêranşar û Erebgirê bi hev re bixebitin û li dijî vê talanê li ber xwe bidin.” 
 
MA / Omer Akin