Aborinas: Krîza civakî dê bidome, krîza şer sor dike, aştî tune be mafê butçeyê jî tune ye

img

ENQEER - Aborînas Korkut Boratav, diyar kir kirîza aborî bi xwe re krîza civakî giran dike. Aborînas Aziz Konukman jî anî ziman ku aştî tune be mafê butçeyê jî tune ye. Aborînas Mustafa Durmuş jî destnîşan kir ku 250 milyar TL lêçûna şer krîza aborî geş dike. 

"Konferansa Aboriyê" ya ku ji aliyê Komîsyona Polîtikayên Civakî, Çandinî, Aborî û Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat amadekirin berdewam dike. Di rûniştina yekemîn de mijara “Butçe, Krîza Aboriyê" niqaş kirin. Akademisyen Necla Kurul ev beşa rûniştinê peşkêş kir. Ewil Profesora Aborîyê Korkut Boratav, mijara “Pêngavên Krîza Aborî" pêşkêş kir. Korkut Boratav, diyar kir ku tespîtên Serokê HDP'ê Sezaî Temellî qebûl dike û wiha got: Di 6 mehên dawî yên sala 2018’an de Tirkiye xistin nava pêvajoya krîzê îro. Ev krîz ji 4 tebeqeyan pêk tê. Niha em gihiştine tebeqeya çaran. Êdî bawerî nemaye. Krîza dawîzan pêş ketiye. Krîza aborî kûr biye û niha bunalima civakî pêş dikeve. Boratav ewil bal kişand ser bunalima baweriyê û wiha got: "Ger ku wekî Tirkiye di aliyê aboriyê de welatekî girêdayî derve be, wê demê emperyalizma hemdem diyarker e." 
 
Boratav, bal kişand ser daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a sala 2018'an a “sedema Enflasyonê faîza zêde ye." û wiha got: "“Tirkiye êdî bi Finans kapitalê re dest bi şer kir. Faiz sedema enflasyonê ye. Her ku hilbijartin tê heviya ku dê rast bibe heye. Di her hilbijartina ku AKP bi ser dikeve de borsa bilind dibe. Piştî hilbijartin hat û çû Mehmet Şimşek hat ser kar. Piştî şîmyek çû zavayê wî hat ser kar. Tirkiye xistin nava bunalima baweriyê. Kriz derket asta herî jor. Dolar ji 4 TL’an derket 6,55'yan. Ger ku girêdana bi derve re hatibe astek wisa, krîza aborî jî bi xwe re anî. Di 9 mehên ewil ên 2019'an de Krîza aborî berdewam kir. Li gorî îstatistikên fermî di 3 mehên dawî yên 2018'an û 6 mehên ewil ên 2019'an di aliyê aboriyê de Tirkiye biçûk bû. Baweriya me bi îstatîstîkên fermî yên TUİK'ê nayê. Kriz li 12 mehan belav bû. Di Tîrmeh, Tebax û îlona 2019’an de pîşesazî paşve çû. Sektorên xizmetê paşve çûn. Sermaye kêm bû. Krîza aborî êdî derbasî krîza civakî bûye. Betalî ji her carê bêtir zêde bûye. Krîza civakî didome."  
 
 
ALTINORS: TIRKIYE DI ZINAR WERDIBE
 
Aborînas Alp Altinors jî anî ziman ku di serdema referandumê de diyar dikirin ku dê aborî bifire û wiha got: " Rastê aborî difire, yê di zinar de berbijer difire. Krîza me beriya sala 2018'an dest pê kir. Li welatên ku digotin aborî mezin bûye jî îro di krîzê de ne. Minak Şilî. Yek ji welatên mînaka 'kapitalizma baş' bû. Îro li Şîlî gel serî hildide. Serî radike. Razemenî tune. Her ku diçe razemenî kêm dibe. Tirkiye bi betaliyek pir mezin re rû bi rû ye."
Mezinbûna heyî jî li ser keda karkeran pêş dikeve. Heqê keda wan dixwin û li ser finans û rantê pêş dikeve. 
 
CEYRANA 17 MILYON Û 800 HEZAR MIROVAN HAT QUTKIRIN
 
 
Altinors, destnîşan kir ku partiya Îqtîdarê weki “Partiya Qutkirina Ceyranê" û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê terora qutkirina ceyranê pêş dikeve. Piştî ceyran arizî kirin, qutkirina ceyranê dest pê kir. Di 3 salên dawî de ceyrana17 milyon û 8 hezar mirovî hat qutkirin. Yanî ceyrana 12 milyon malan hat qutkirin. Ceyran mafekî mirovan e. Lê ger ku mehekê fatûreyê nadin, ceyrana wan qut dikin. Heqê girtin û vekirinê di 3 salan de 500 milyon TL hat komkirin. 
Niha betalî heye û yek ji sedema betaliyê OHAL e. 
 
Li Tirkiyeyê daîreyên îcrayê yên nûjen hene. Heta niha Rekor derbas kirine. Li Tirkiyeyê di sala 2019'an de Milyonek û 205  kes ketin ber îcrayê. Bi giştî 21 milyon dosya heye. Dema AKP hat îqtîdarê 8 milyon bû. Niha qat û nivek zede bû. 
 
AKMAN: LÊÇÛNA ŞER SEDEMA KRÎZÊ YE
 
Rojnameger Cuneyt Akman, jî anî ziman ku yek ji sedema krîza aborî lêçûna şer e û wiha got: "Dibêjn guleyek bi çiqas pere ye. Ez rûniştim min hesabê wê kir û min dît. Otuba bahoz, bombeya girêdayî lazerê bi çiqas pere ye, Her ku F 16 carekê radibe çiqas benzîn dişewitîne min dît. Bombeyên girêdayî Lazerê bi 28 hezar û 500 dolar. Ji xeynî bombeyê. Her obusek  hezar dolar e. Her ku F-16 difire maliyeta wê 2-milyon 800 hezar dolar e. Bi sedan caran F-16 sortî dikin. Endamên OSO ne bi tl bi dolaran hatin ser kar. Li gorî lêkolîna min 50 milyar dolar lêçûna şer heye. Sanayiya Parastinê 11 milyar dolar sparis da dewletê. Ev pere her ku diçe zêde dibe. Ev hîn zêdetir e. Heta ku ev yek neyê axaftin krîz nayê axaftin."