Waniyan gotin ew di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn

img

WAN - Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe, bêkarî zêde dibe û bi zeman bihayê amûran zêde dibe. Waniyan, diyar kirin ku ji ber krîza aborî her ku diçe rewşa wan zortir dibe û gotin: “Em di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn.” Waniyan dan zanîn ku tu baweriya wan bi rêjeya enflasyonê ya hikumetê aşkere kir nayê.   

Krîza aborî ya heyî bi taybetî bandorekê mezin li welatiyên xizan dike. Welatiyên nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî bikirin, dibin zemên her roj zêde dibin de dieciqin. Waniyan têkildarî bêkarî û krîza aborî ya heyî axivîn û gotin: “Ji ber zemên ceyran û gaza xwezayî em nizanîn em çawan zivîstana xwe derbas bikin. Tu baweriya me bi rêjeya enflasyonê ya hikumetê aşkere kir, tuneye.”
 
‘EZ ZIKÊ XWE BI KADIKAN TIJE DIKIM’
 
Welatiyê bi navê Haci Ertaş, diyar kir ku ev 10 salin li bajêr hemaltiyê dike û wiha axivî: “Rojê 15 saetan dixebitim û herî zêde 30 TL’an qezenc dikim. Ez nikarim debara xwe bikim. Karê hemaltiyê pir zore. Barê ku ez ji sûkê digirim, bi erebaya xwe ya 3 teker ji serê sibê heya şevê dibim cihê ku tê xwestin. Ligel vî karê min ê giran jî, di dawiya mehê de nikarim heqê kirêya mala xwe jî qezenc bikim. Rewşa me pir xerabe. Pereyê ku qezenc dikim têra min û malbata min nake. Li sûkê ez bi çay û kadikekê zikê xwe tije dikim. Jiyan pir zor bûye û kes ji halê me fêm nake. Kes dengê me nabihîse. Mirov dinava birçîbûn û xizantiyê dijîn.”
 
'GER WISAN BIÇE WÊ ÎSYAN DERKEVE’
 
Mehmet Nesîn Guneş ê 30 salin li Wanê kargeriya firoşgehê dike jî, da zanîn ku berê wî rojê 2 hezar TL qezenc dikir, lê niha tenê 300-400 TL qezenc dike û wiha got: “Hin rojan jî qet qezenc nakim. Ji serê sibê heya şevê ez tenê li ber deriyê firoşgehê rûdinim. Tevahiya welatê zirarê ji vê krîzê dibîne. Ne tenê ez, hemû esnafên derdorê û xebatkar ji krîza aborî ya heyî bi qazincin. Ez nizanim wê heya ku derê ev rewş dewam bike. Êdî me daneheva di destên xwe de jî qedand. Wan, berê bajarek dewlemend bû. Girtina deriyê sînor, ev bajar xizan kir. Berî her tiştî divê aborî bê sererastkirin. Ger wisan dewam bike wê îsyan derkeve.”
 
'GEL BI BIRÇÎBÛNÊ DICERIBÎNIN’
 
Karkerê înşaetê Mulazim Yaba jî, dinava karkerên ji serê sibê heya danê êvarê li benda kar dimînin û dûre dest vale vedigerin malê xwe de cih digire. Yaba, diyar kir ku bêkarî pir zêde bûye û wiha bilêv kir: “Ez li kar digerim. Ez karkerem û bi mehan tu karî nabînim ku bixebitim. Ji ber ku ez naxebitim, ez nikarim pêdiviyên mala xwe jî cih bînim. 4 zarokên min diçin dibistinê û divê ji bo wan serwîs bigirim. Lê ji ber ku pereyên min tuneye ez nikarim ji bo zarokên xwe serwîs bigirim. Her roj bihayê ceyran, av û gaza xwezayî zêde dibe. Em nikarin ji binê van zeman de derkevin. Tenê yek raveya vê rewşê heye, ew jî gel bi birçîbûnê terbiye dikine. Krîza aborî ya her roj kûrtir bie, bandorek mezin li me dike.” 
 
'EM DIXWAZIN BÊHNEK REHET BIGIRIN’
 
Dayika 4 zarokan Nezlîm Çelçûk jî, diyar kir ku bi salane  di xebatên cuda de kar dike û wiha bilêv kir: “Min herî dawî ev dikana biçûk a pêlavan vekir. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, hemû berpirsiyartiya malê ket ser milên min. Her ku diçe rewşa min a borî girantir dibe. Rewş me pir zore. Bi zorê em xwe li ser piyan digirin. Min weke jinekê dikanek vekir. Lê ji ber krîzê, mirov weke berê nikarin pêlavan jî bikirin. Berî her tiştî divê ev krîza aborî ji holê bê kirin. Mirov êdî dixwazin bêhnek rehet bigirin.”