Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir

RIHA - Bazirganên Sûka Qada Haşimiyê yên îsotan difroşin bi lêv kirin ku ji ber krîza aboriyê edî kes nikare îsotan bikire. 

 
Desthilata AKP-MHP'ê ku bi polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şerê li Kurdistanê jî kûr dike, bi vî şerî krîza aborî jî kûr dike. Krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê her diçe kûrtir dibe û ji ber krîza aborî êdî gel hatiye wê rewşê ku nikare pêdiviyên xwe dabîn bike. Ji ber bihabûn û xizaniyê dan û standina gel jî kêm dibe û ev yek jî bandoreke mezin li ser bazirganan dike. 
 
Li Rihayê jî bazirganên îsotan ji ber vê rewşê bi gilî û gazin in. Îsota Rihayê ku yek jî debara xelkê heremê ye û bazirganên wê bi firotinê debara xwe dikin îsal li gor salan standina wê jî kêm bûye. Bazirganên îsotan ên li Sûka Qada Haşimiyê ku em bi wan re axivîn bi lêv kirin ku ji ber krîza aborî gel nikariyê tiştekî bikire û ji ber vê yekê ew jî di rewşeke xirab de ne. 
 
Mehmet Reşat Çetîn
 
Mehmet Reşat Çetîn anî ziman ku ew 15 sal e bazirganiyê dike û wiha got: “Îsal rewş pir xerab e. Em nikarin hilbera ku em difroşin biguhezînin. Hêza kirînê gelek kêm bûye. Berê dema mirov dihatin dan û standinê bikin 5 kîlo îsot dikirin, lê niha tenê nîv kîlo dikirin. Sedema vê yekê tenê krîza aborî ye. Biha jî gelek zêde bûne. Heke biha dakevin wê bazirgan û gel rehet bibin. Heke ev rewş baş nebe ez ê jî karî berdim. Lê vî karî berdim jî tiştekî ku bikim jî tune ye. Debar pir zahmet bû ye. Pêwîste rayedar ji bo başkirina vê rewşê di zûtirîn dem de gavan bavêjin."
 
'AŞTÎ BIBE DÊ KRÎZ JÎ ÇARESER BIBE'
 
Muslum Çîftçî 
 
Ji bazirganan Muslum Çîftçî jî diyar kir ku krîzeke giran a aborî heye û ev tişt gotin: “3 sal in krîzeke giran a aborî heye. Biha roj bi roj zêde dibin. Loma jî êdî mirov nikare tiştekî bikire. Heke mirov berê du kîloyan wergirin, niha nikarin nîv kîloyê bigirin. Ev yek herî zêde bandorê li bazirganan dike. Rewş her roj xerabtir dibe. Dema mirov tên ji ber buhayan bertek nîşanî me didin. Lê em ne sedema vê yekê ne. Ji ber ku biha zêde dibin em neçar dimînin biha bikin. Heta ku hawirdora aştiyê neyê avakirin, ev krîza aborî wê hê kûrtir bibe ji bo gel bikare bêyî krîz û xîzaniyê bijî divê aştiyeke mayindê bê ava kirin. Heke aştî bibe dê krîz jî çareser bibe."
 
Seyfettîn Satan
 
Dikandar Seyfettîn Satan jî bi lêv kir ku ji ber kêmbûna hêza kirînê ya welatiyan nikarin berhemên xwe bifroşin û wiha pê dê çû: “Biha her roj du qat zêde dibin. Sedema zêdebûna bihayan krîza aborî ye. Hêza kirîna gel gelekî kêm bûye. Li şûna ku yek kîlo bigirin, nîvê wan distînin. Ev rewş pir bandorê li me dike. Karê me jî ji ber vê yekê nabe. Ji bo başkirina vê rewşê divê qirîza aborî bê çareser kirin."
 
'KRÎZEKE GIRAN HEYE'
 
Mûstafa Çetîn 
 
Ji bazirganan Mûstafa Çetîn bal kişand ser bihabûna îsotan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê krîza aborî ya giran heye. Par kîloya îsotan 180 TL bû, îsal bû 320 TL û ji ber zêdebûna bihayê mirov dikare nîvê tiştên par kirî bikire. Ji ber kêmbûna hêza kirînê ya gel em nikarin berhemên xwe bifiroşin. Her tişt ewqas biha ye, êdî mirov nikare tiştekî bikire."
 
 Mehmet Guçlûoglû
 
Ji bazîrganan Mehmet Guçlûoglû jî destnîşan kir ku ji bo hêza kirînê ya welatiyan zêde bibe divê krîza aborî bê çareserkirin û got: “Em jî ji kêmbûna hêza kirînê gelekî bandor dibin. Krîza aborî ya heyî bandorê li me jî dike. Heke qeyrana aborî baş bibe û biha kêm bibe dê hêza kirîna xelkê zêdetir bibe."
 
MA / Mahmût Altintaş