Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!

WAN - Goştê sor ku bihayê wî li gorî par du qat zêde bûye, êdî li ser sifreyan naxuye. Welatiyên ku nikarin goştê spî jî bikirin hestî û bermayên mirîşkan yên ji goş hatine xalîkirin û berê li qesabxaneyan belaş dihatin dayîn, distînin. 
 
Krîza aborî ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve li welêt hatiye afirandin her diçe kûrtir dibe. Bandora krîzê di meha Remezanê de li metbex û sifreyên mirovan xwe dide der. Goştê ku bivênevêya meha Remazanê ye, êdî hema bêje li ser sifreyan xuya nake. 
 
Hestiyê bi temamî ji goşt xalîkirî berê li qesabxaneyan bêpere dihatin dayîn, lê niha kîloya wî bi 25 lîreyan tê firotin. Par li Wanê kîloya goşt bi 200-220 TL'yê bû, lê îsal bûye 500-550 TL. Welatiyên ku nikarin goşt bistînin, ji bo yê erzan bistînin şeveqê zû diçin ber Saziya Goşt û Şîr. 
 
Ji ber krîza aborî her kes berê xwe dide beşên serûpê. Lê ji ber vê jî her diçe fiyetê serûpê jî biha dibe. Me ji qesaban fiyetê goştê mirîşkan û yê heywanan û rêjeya wan a firotinê pirsî. 
 
Ji dikandaran Bunyamin Aktaş diyar kir ku ji ber bihabûnê êdî gel nikare seqetatan jî bikire û got: “Dema goşt li qesabxaneyan bi bihayekî zêde tê firotin, mirov berê xwe didin seqetatan. Ji ber ku biha zêde bûne xelk nikarin vê jî bikirin. Gel her tim me bi zêdekirina fiyetan tawanbar dike, lê em di vê mijarê de sûcdar nîn in. Rast e fiyet biha ne, lê tiştekî ku ji destê me bê tune ye." 
 
Aktaş diyar kir ku kesên nikarin goşt bikirin hestiyan dikirin û ava wan didin zarokên xwe û wiha got: “Daxwazên gel bi gelemperî kezeb, dil û hestî ne. Ji ber ku goşt biha ye nikarin bikirin. Mirov hestiyan dikirin, wan dikelînin û ji bo vîtamînan didin zarokên xwe. Par lingê berxê 1-2 TL bû, îsal bûye 15 TL. Dil par 70 TL bû, îsal bûye 140 TL. Kezeb par 120 TL bû, îsal bûye 300 TL. Kezeba berxê par 100 TL bû, îsal bûye 400 TL. Berê hestî nedihatin firotin, niha tên firotin. Ji ber ku mirov nikare goşt bikire, hestiyan dikire."
 
JI DÊVLA GOŞT HESTÎ
 
Omer Bada yê ku 30 sal in qesabiyê dike diyar kir ku bihayê goşt heta niha bûye 550 TL û wiha got: “Ji ber ku bihayê goşt zêde ye, daxwaza ji bo seqetatan zêdetir e. Bihayê goşt li gorî par du qat zêde bûye. Ji ber vê mirov radibin hestiyan dikirin. Em niha hestiyan bi 30 TL'yî difiroşin. Berê hestî bêpere bûn û me bê pere didan. Niha hestî jî bûne bi pereyan. Berê salê carekê fiyet zêde dibû, lê niha her roj zêde dibe."
 
HESTIYÊN MIRÎŞKAN YÊN BERÊ DIHATIN AVÊTIN NIHA BI PEREYAN DIKIRIN
 
Medenî Çinar ê ku 30 sal in mirîşkan difiroşe wiha got: “Ji ber krîza aborî em nikarin bihayê goşt bişopînin. Em her roj bi fiyetekî nû re rû bi rû dimînin û heta kargeh jî êdî bi qasî berê hilberînê nakin. Ji ber ku biha diguherin, em û welatiyan tim dikevin qirika hev. Li gorî berê karê me kêm bûye. Berê me 20 sindoq difirot niha em nikarin 5-10 sindoqan jî bifroşin. Em bi xiraman jî bifroşin, ev dikandaran xelas nake. Berê bi navê hestiyên mirîşkan tiştek tune bû, lê niha mirov hestiyên mirîşkan dikirin." 
 
GOŞT NAÇE MALA KESÎ
 
Welatiyê bi navê Erhan Kaya anî ziman ku êdî fiyet firiyan e û wiha got: “Par bihaya goşt 280 TL bû, îsal bûye 500 TL. Êdî em nikarin goşt bikirin. Par me her tim goştê sor ji bo malê dikirî, lê îsal em nikarin goştê bikirin. Par me tim goştê sor dikirî, lê îsal em tenê dikarin hinekî goştê sor hinekî jî yê spî bikirin. Em wê jî li şûna 10 kîloyan, 5 kîloyan distînin."